Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû

Herêma Kurdistanê · Iraqi Kurdistan in Iraq (de-facto and disputed hatched)
Wêneya raveker ji bo mijarê · Herêma Kurdistanê. Spesh531 , TUBS · CC BY-SA 3.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi aliyên siyasî re civiya, biryar hat dayîn ku referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê meha 9an a îsal bê lidarxistin.

Herwiha biryar hat dayîn ku hilbijartinên parlemenetoyê û ya serokatiya Herêma Kurdistanê jî di 6.11.2017an da pêk were.

Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya îro di derbarê referandûmê de civiya bû.

3 LIJNE BO REFERANDÛMÊ TÊN DAMEZIRANDIN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, biyrar e ku sê lijne dê ji bo referandûm di bin serokatiya Barzanî de bên damezirandin. Lijneya yekem dê serdana welatên erebî bike daku mijara referandûmê gotûbêj bike, lijneya duyem dê serdana welatên herêmî bike û lijneya dawî jî dê serdana Bexdayê bike daku referandûmê nîqaş bikin.

[totalpoll id=”991″ fragment=”results”]

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Referanduma2017an #HilbijartinênHerêmaKurdistanê

Nivîsa berêDAIŞê berpirsyariya êrîşên li parlamentoya Îranê girt ser xwe
Nivîsa paşCiwanekî Kurd 5 salin di zindanê rejimê de ye

Bersivek binivîse