Sê partiyên Rojava bûn yek

Nexşeya Sûriyê · Syria 2004 CIA map
Wêneya raveker ji bo mijarê · Nexşeya Sûriyê. Wikimedia Commons · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Sê partiyên Kurdistana Rojava bi merasimeka fermî bûn yek.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Netewî û Demokratîk a Kurdistanê (YNKD) Xefûr Mexmûrî ji BasNewsê re got, duh li avahiya sê partiyên Rojava, Partiya Azadî, Partiya Azadiya Kurd – Sûriye û Şepêla Hevgirtinê bûn yek.

Xefûr Mexmûrî her wiha got, di merasima hevgirtina wan partiyên siyasî yên Kurdistana Rojava de nûnerên piraniya hêz û partiyên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê beşdar bibûn.

Sekreterê giştî yê YNKDê da xuyakirin ku li Kurdistana Rojava dema kurdiniyê ye ne partîtiyê.

Mexmûrî bang li partiyên Rojava kir xwe nêzîkî hev bikin, xwe ji berjewendiyên teng ên partîtiyê dûr bixin û firsenda ku li wî beşê welêt derketiye holê, sûdê bibînin û bi hev re xebat bikin da ku gelê kurd li wî parçeyê Kurdistanê bigihê mafên xwe yên rewa.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #YekîtiyaPartiyênKurd #Rojava

Nivîsa berêHDPe bi têbîniyekê dadgeha Tirkiyê xiste bin pirsyarê de
Nivîsa paş4 kolberên Kurd di navçeya Serdeştê de ketine bin reniyê de

Bersivek binivîse