Rojhilat – Li Ormiyê di nav 8 mehan de zêdetirî 500 kes di bûyerên tirafîkê de mirine

Ûrmiye · Uromia Iran,pareeke jangali - panoramio
Wêneya raveker ji bo mijarê · Ûrmiye. ✿ Vlinder ✿ · CC BY 3.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Li eyaleta Ormiyê ya Kurdistana Rojhilat, di heyama 8 mehan de zêdetirî 500 kes di bûyerên tirafîkê de mirin, bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Rêveberê giştî yê bijîşkiya qanûnî ya Ormiyê ragihandiye, ji Newroza îsal ve heta niha 526 kes ji ber bûyerên tirafîkê mirine û zêdetirî 8 hezar kes jî birîndar bûne.

Wî rayedarê eyaleta Ormiyê daye zanîn ku rêjeya mirinê di bûyerên tirafîkê yên îsal de li gorî par, %18 zêde bûye.

Li gorî agahiyên rêveberê giştî yê bijîşkiya qanûniya Ormiyê, herî zêde li Ormiyê welatî di bûyerên tirafîkê de mirine çimkî di nav 8 mehan de 111 kes li Ormiyê mirine.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Ormiye #QezayênTrafîkê

Nivîsa berêYasadanerên Amerîkayê: Îran pereyên ku ji Amerîkayê distîne ji terorîzmê xeric dike
Nivîsa paşRewşa girtiyên di girevê de li Îranê ne baş e

Bersivek binivîse