Rojavayê Kurdistanê:Helebestvan Ferhad Içmo koça dawî kir

Portreya ku bi gotara bîranîna helbestvan Ferhad Içmo re hatibû weşandin.
Wêneyê arşîvê ji weşana berê ya vê gotarê li Rojî Kurd.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Helbestvanê navdar “Ferhad Içmo” Duh êvarî li Rojavayê Kurdistanê, koça xwe ya dawî kir, piştî ku azariyeke mezin bi nexweşiyê re.

Nûçeya koça dawî ya helbestvanê mirov Ferhad Içmo li ser malperên pêwendiyên civakî belav bû, û heval û dostên wî xemgîniya xwe, ji ber çûna Içmo ragihandin.

Helbestvanê Ferhadê Içmo di sala 1960 î de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê.

 Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya Bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye mûzîkê û di sala 1970 de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbiþê kiriye, lê di 29.07.1978 an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #FerhadÎçmo #HelbestaKurdî #Rojava

Nivîsa berêCiwanekî Kurd 5 salin di zindanê rejimê de ye
Nivîsa paşTanka leşkerî jinêka Kurd pelixand!

Bersivek binivîse