Rêzbenda herî nû ya girtiyên di girtîgeha “Recayî Şehr”ê de hate belavkirin

Girtîgeha Recayî Şehr · 2072.GohardashtPrison.Karaj
Wêneya raveker ji bo mijarê · Girtîgeha Recayî Şehr. Ensie & Matthias · CC BY-SA 2.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Rojikurd: Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, di nava vê rêzbendê de, navê çend kes ji çalakvanên Kurd xûya dike ku bi sedema çalakiyên siyasî û daxwaza mafên xwe yên rewa û despêkî, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û Dezgeha Îtila’atê ve hatine binçavkirin û niha di benda 4 ya Salona 12 ya wî girtîgehî de, hatine sekinandin.

Xalîd Fereydûnî, Zanyar Moradî, Omer Feqîbûr, Loqman Moradî, Mohemmed Nezerî û Hoşeng Rizayî, navê wan çalakane ku di girtîgeha Recayî Şehrê de binçav in.

Hewceyî basê ye ku Komara Îslamî ya Îranê her di despêka hatineserkar a xwe, bi hemû awayekî çalakên siyasî yên Kurd destbiser dike û cezayên dirêjmideh biser wan de disepîne.

serçawe : Kurdpa

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #GirtîgehaRecayîŞehr #GirtiyênSiyasî

Nivîsa berêHatîce Kamer hate girtin
Nivîsa paşBalyozxana Îranê merasima serexweşiyê ji bo du qurbaniyê teqîna Iraqê li dardixe

Bersivek binivîse