Parlamentoya Katalonyayê serxwebûna Katalonyayê îlan kir

Avahiya Parlamentoya Katalonyayê li Barcelonayê.
Avahiya Parlamentoya Katalonyayê li Barcelonayê. — Canaan, CC BY-SA 4.0 https://creativecommons.org/licenses/by-sa/4.0. https://commons.wikimedia.org/wiki/File:Palau_Parl_Cat.jpg
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Parlamentoya Katalonyayê di rûniştina xwe roja bohirî de, biryara referendûmê pejirand û serxwebûna Katalonyayê îlan kir.

Weke tê zanîn di 1.10.2017an de li Katolnyayê referendûmek pêk hatibû û pirrayiya beşdarên referendûmê ji serxwebûna Katalonyayê re gotibûn ‘Erê’.

Piştî îlana serxwebûnê, serokwezîrê Îspanyayê Rajoy jî diyar kir ku wan hikûmet û parlamentoya Katalonyayê fesih kiriye û niha ew xwediyê hemû erkên serokwezîrê Katalonyayê ye.

Hejayî gotinê ye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gelek dewletên Yekîtiya Ewropay diyar kirine ku ew dê serxwebûna Katalonyayê nas nekin û Katalonya parçeyek ji xaka Îspanyayê ye.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Katalonya #SerxwebûnaKatalonyayê

Nivîsa berêMesûd Barzanî derbarê êrişên Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê û deverên Kurdistanî de peyamek belav kir.
Nivîsa paşDalkurd êdî di Lîga Sûperê ya Swêdê de ye

Bersivek binivîse