Nivîskarê kurd Elîxanê Memê li Ermenistanê çû ber dilovaniya xiwe

Êrîvan · Mount Ararat and the Yerevan skyline (June 2018)
Wêneya raveker ji bo mijarê · Êrîvan. Սէրուժ Ուրիշեան (Serouj Ourishian) · CC BY 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê Tayê kurdî, rojnameger û helbestvanê navdar ê kurd Elîxanê Memê jiyana xwe ji dest da. Memê herwiha di rojnameya Zagrosê de jî rêdaktorê sereke bû.

Elîxanê Memê li Nexweşxaneya Hanrapêtakanê ya li paytexta Ermenistanê di 68 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Elîxanê Memê di sala 1948an de li Ermenistanê ji dayik bûye.

Di sala 1973an de li Zanîngeha Yêrîvanê beşa rojnamegeriyê xwend û di gelek rojname û kovaran de xebitî.

Memê heta niha 8 pirtûkên helbest û destanan bi kurdî û ermenkî nivîsandiye. Herwiha pirtûkên dibistanan bi kurdî ji bo zarokên kurd amade kiriye.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #ElîxanêMemê #WêjeyaKurdî #Ermenistan

Nivîsa berêRejîma Îslamî ya Îranê baştir nas bikin!
Nivîsa paşBalafirên Tirkiyê Zapê bombebaran dikin

Bersivek binivîse