‘McCain berî Erdogan re hevdîtin bike serdana Kobanê kir!’

Kobanî · KobanéVOA1
Wêneya raveker ji bo mijarê · Kobanî. VOA · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Rojnameya The Wall Street Journal di nûçeyeke xwe de got ku Senatorê Komarîparêz John McCain serdaneke bi dizî li bakurê Sûriyê bajarê Kobaniyê kiriye. Rojnameyê ev îdiaya xwe spart rayedarên Amerîkî.

Li gor îdiaya rojnameyê senator John McCain hefteya borî serdana li bakurê Sûriyê serdana bajarê Kobaniyê kiriye û li wir bi rayedarên leşkerî yên Amerîkî, grubên Kurdan re li ser operasyona Reqqayê hevdîtin pêk anîne.

Li gor nûçeya ku rojname dispêre rayedarên Amerîkî, ev serdana nepêşbînîkirî bi alîkariya artêşa Amerîkayê û li demeke ku tîma Trump amadekariyê ji bo stratejiya nû ya paqijkirina DAIŞê dike de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku McCain piştî serdana Kobaniyê derbasî Tirkiyê bûye û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiriye.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #JohnMcCain #Kobanê

Nivîsa berêGirtiyekî Kurd zêdetir ji 8 sal e ku çarenûsa wî nediyar e
Nivîsa paşÊzdîyatî

Bersivek binivîse