Li Qamişlo li dijî zilma PYDê xwepêşandan tê kirin

Qamişlo · Qamishli in winter
Wêneya raveker ji bo mijarê · Qamişlo. Arab Salsa · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava, xwepêşandanek li dijî siyaset û zilma PYDê tê lidarxistin.

Endamê serokatiya PDK-Sê Nûrî Birîmo ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, îro li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dijî siyaset û zilma PYDê li hember ENKS û endam û alîgirên wê tê kirin.

Nûrî Birîmo daye zanîn ku xwepêşandan saet 15:00 û li ber ofîsa NY tê kirin û ji PYDê tê xwastin, dest ji reftar û siyaseta xwe ya xirab berde û endam û alîgirên ENKS û partiyên endamên wê azad bike.

Birîmo daye xuyakirin ku biryar bû xwepêşandan duh were kirin lê bo roja îniyê (îro) hat veguhertin.

Heta niha gelek rêveber, endam û alîgirên ENKSê ji aliyê PYDê ve hatine girtin, îşkencekirin û kuştin.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Qamişlo #PYD #Xwepêşandan

Nivîsa berêLi Sine keçekê dawî bi jiyana xwe anî
Nivîsa paşBinkeyeke leşkerî li Merîwanê rastî êrîşa çekdarî hat

Bersivek binivîse