Li Parîsê Polîsek hatîye kuştin û polîsek jî birîndar bûye

Parîs · La Tour Eiffel vue de la Tour Saint-Jacques, Paris août 2014 (2)
Wêneya raveker ji bo mijarê · Parîs. Yann Caradec from Paris, France · CC BY-SA 2.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name
Li paytexta Fransayê Parîsê li Cadeya Şanzelîzeyê êvara Pêncşemê saet 21.00 de êrişeke çekdarî pêk hatîye. Polîsê Fransa ragihandîye, du kesên çekdar li cadeya Şanzelîzeyê teqe li polîsan kirine û di encamê de polîsek hatîye kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Herwiha Polîsê Fransa daye xuyakirin, ku polîsan bersiva teqeya kesên çekdar daye û di encamê de êrişkarek hatiye kuştin. Û li gor polis gotîye ev kiryareka terorî ye!

Cadeya Şanzelîzeyê ji trafîkê re û metroyên George V Franklin Roosevelt û Champs-Elysées-Clemenceau hatine girtin.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Parîs #Êrîşênçekdarî

Nivîsa berêHikûmeta Tirkiyê du çalakên ferhengî ên Rojhilata Kurdistanê azad kirin
Nivîsa paşHeşt hevwelatiyên Behayî di Îranê de hatin girtin

Bersivek binivîse