
Dîroka weşanê
- Mîladî
- Kurdî
- Hicrî ya rojî
- Hicrî ya heyvî · Umm al-Qura
Nivîsê wergerîne
Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.
Hêzên ewlekariyê ên Komara Îslamî ya Îranê li herêma Jawero ya ser bi Merîwanê, roja Çarşemî berwarê 29’ê Befranbara 1395’an a Rojî, biser mala hemwelatiyekî Kurd, bi navê “Sîrwan Gulzarî” de li gundê Ewêhengê girtin, û piştî pişkinîn û têkdana kelûpel û alawên nava mal de, navbirî destbiser û bi ciheke nediyar veguhaztin.
Çavkaniyekî haydar li gundê Ewêhengê ji Rojikurd axovî, û ragehan ku, hêzên ewlekariyê bi du tirûmbêlan û bi bê îzna dadgehê û nîşandana tu belgeyekî, daketine nava mala Sîrwan Gulzarî de û navbirî bo cihekî nediyar veguhaztine.
Hatiye ragehandin ku ev kiryara û riftara hêzên ewlekariyê bûye sedema tirsan û têkçûna rewşa deronî ya malbat û jin û zarokên Sîrwan Gulzarî û heya niha jî malbata wî, serbarê hewlên zêde û berdewam, tu zaniyariyek ji qedera kurê xwe bidest nexistine.
Çavkaniyên curbicur li herêma Jawero û gundê Ewêhengê eşkere dikin ku, navbirî bi salan e ku li Jawero û gundê xwe de, di warên werziş û jîngehparêzî û zimanê Kurdî de çalakiyên curbicur dimeşîne.
Çavkaniyekî ji gundê Ewêhengê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Ajansa Kurdpayê re eşkere kir ku, Sîrwn kesatiyekî naskirî û cihê rêzê yê xelkê Ewêheng û herêma Jaweroyê ye, ku bi awayekî berdewam xelk bona encamdana çalakiyên werzişî û xweparastina jî madeyên hişber û hevdem parastina jingeha Kurdistanê û perwerdeya zimanê Kurdî han dida.
Malbata navbirî eva jî eşkere kirin ku, heyamekî berî niha bi sedema bûyerekî, piyê Sîrwan bi tundê hatiye şikestin û jê re pilatîn hatiye danîn û di bin çavedêriyên hûr ên pizişkî de ye, lewra destbiserkirin û bêreûşûnkirina wî, bi vî rengî, nîgeraniya malabata navbirî çend hemberî zêde kiriye.





