Kurte fîlma Sînemakarekî Kurd 2 serkevtinên cîhanî bi dest xistin

Sine · Sanandaj from Abidar
Wêneya raveker ji bo mijarê · Sine. Γεωργός · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Kurte fîlma “Lanke” ya hunermendê sînemakar ê Kurd “Zanyar Lotfî” ku roja 20 heya 22’ê Çileya Paşîn çû ser ekranê, 2 serkevtinên mezin bi dest xistin.

Berhema sînemakarê Kurd yê xelkê bajarê Sine, Zanyar Lotfî ku kurtefîlmek e bi navê “Lanke” (Landik), lewha rêzgirtinê ya pêncemîn fistîvala navnetewî ya Fîlmê, ku li “Montana” ya welatê Amerîkayê hate lidarxistin, bidest xist.

Eva di demekî de ye ku kurtefîlma “Lanke”, hevdem bo qonaxa dawiyê ya 37’mîn gerra fîlma Kurt a welatê Firansayê jî hate hilbijartin, û ket nava lîsteya dawiyê ya berbijêrên xelata navnetewî a vê fistîvalê.

Kurtefîlma “Lanke” bas ji hewlên zarokekî dike ku, naxwaze zarokeke din ku di landikê de raza ye, ji xewê hişyar be.

Di vê Kurtefîlmê de Romîna Lotfî û Şerîf Wefayî û Sohêyl Kerîmî û herweha Jîwar Lotfî rol lîztine.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #ZanyarLotfî #Kurtefîlm #SînemayaKurdî

Nivîsa berê2 çiyagerê kurd di bin aşûtê iyana xwe ji dest dan!
Nivîsa paşHewraman: dû kes ketine bin reniya berfê de û jiyana xwe ji dest dan

Bersivek binivîse