Iraq: Dibistan û zanîngeh, bi zimanê farsî li Iraqê tên vekirin

Bexda · Bagdad-sat
Wêneya raveker ji bo mijarê · Bexda. NASA · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Wezîr xwandina bilind ya Iraqê, Ebdulrezaq Îsa di civînekê li gel şêwirmendê roşenbîriyê Îranê di Iraqê de tekezî li ser vekirina dibistan û xwandina bi zimanê farsî li Bexdayê de kir, herwaha ragehand ku li sertaserê Iraqê de xolên fêrbûna zimanê farsî vê destpê bike.

wezîrê Iraqê ji bo şêwirmendê roşenbîriyê Îranê, Xulamreza ragehandiye ku arîkariya îranê li aliyê zandisî û roşenbîrî ve bûye sedem, ku em xwandina bi zimanê farsî li Iraqê de destpê bikin û ev yeke jî dibe arîkariyek ji bo xwandevanên Iraqî, ku bikarin li Îranê de berdewamiyê bidine xwandina xwe ya  bilind.

Wezîrê xwandina bilind a Iraqê herwaha ragehandiye ku bi hemahengiya her du aliyan dibistan û zanîngehê farsî tên vekirin ji bo ku xwandevanê Iraqî li zanist û roşenbîriya Îranê bê beş nebin.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #ZimanêFarsî #Perwerde #Îraq

Nivîsa berêRêxistina Roja Zêrîn li Kobanê yekem calakiya xwe encam da
Nivîsa paşRojhelat:Li Seqizê keçeke 19 salî dawî bi jiyana xwe anî

Bersivek binivîse