Îranê piştî 8 salan destûra vekirina festîvala fîlmên kurdî li Sine da!

Sine · Sanandaj from Abidar
Wêneya raveker ji bo mijarê · Sine. Γεωργός · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Hikûmeta Îranê piştî 8 salan razî bû ku li bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat, festîvala fîlmên kurdî were lidarxistin.

Çend rojên din li bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat, yekemîn festîvala fîlmên kurdî tê vekirin. Festîval dê 7 rojan bidome û navê wê jî festîvala navdewletî ya “SineDij” e.

Derheqê wê festîvalê de, berpirsê festîvalê û sînemakarê kurd Sitar Çemengulî ji medyaya Îranê re gotiye, festival dê roja 4 Çileya sala 2017 dest pê bike û 7 rojan bidome.

Sitar Çemengulî daye zanîn ku di wê festîvalê de gelek fîlmên kurdî û biyanî ji Herêma Kurdistanê, Îran û welatên cîhanê beşdar bibin.

Wî sînemakarê kurd eşkere kir ku wan 8 sal beriya niha daxwaza destûrê kiribûn, Wezareta Îrşada Îslamî ya Îranê îsal bersiva wan da û razî bû!

 

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Sine #SînemayaKurdî #FestîvalênFîlman

Nivîsa berêÎranê gef li Hamasê xwarin!
Nivîsa paşSerkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hate kuştin

Bersivek binivîse