Îran – Zilamekî bi tivingê êrişî mala xezûrê xwe kir

Kirman · مجموعه گنجعلیخان
Wêneya raveker ji bo mijarê · Kirman. Foadkr · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Li bajarê Kirman ê Îranê, zilamekî mala xezûrê xwe da ber guleyan û 10 kes kuşt.

Li gorî medyaya Îranê, pêr (22 vê mehê) li gundekî bajarê Kirmanê yê Îranê, zilamekî (26 salî) bi tivingê êrişî mala xezûrê xwe kir û xezûrê xwe, xesiya xwe û 8 endamên din ên wê malbatê kuşt.

Hat gotin ku di wê bûyerê de 5 kes jî birîndar bûne û 3 kesên ku hatine kuştin jin û 2 jî zarok bûne.

Polîsê Kirmanê gotiye, ew bûyer ji ber nakokiyên malbatî qewimiye çimkî dema xezûrê zilam dîtiye zavê wî bi keça wî re baş nîne, xwastiye telaqê keça xwe jê bistîne lê zavê wî bi tivingê bersiva wî daye.

Tê gotin ku heta niha tohmetbar nehatiye girtin û îhtimala wê heye ji Îranê derketibe.Kirman dikeve başûrê rojhilatê Îranê.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Kirman #TundiyaNavMalê

Nivîsa berê“Teqînên Koye destpêka zêdebûna êrişên terorîstî ye”
Nivîsa paşHemwelatiyekî Kurd li ber cave xelkê hate îdamkirin

Bersivek binivîse