Îran bi niyaze hêz bişîne Sûriyê

Dîmena Sûriyê ji fezayê · Syria.A2002158.0810.250m
Wêneya raveker ji bo mijarê · Dîmena Sûriyê ji fezayê. Wikimedia Commons · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, eger li gel Rûsya û Tirkiyê rêkevtinek were kirin, ew amade ne ji bo çavdêriya agirbesta Sûriyê, hêzên xwe bişînin wî welatî.

Behram Qasimî di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, ku her sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiye ku çavdêriya agirbesta Sûriyê dikin, dikarin hêzên xwe bişînin herêmên bêpevêçûn ên Sûriyê.

Qasimî di derbarê vê mijarê de wiha got:

“Di çarçoveya pêvajoya Astanayê de hevdîtinên di navbera Îran,Tirkiye û Rûsyayê de berdewam in. Eger hewldanên her sê welatan encamek derxe holê, ji her sê welatan ji bo serperiştiyê hêz dê werin şandin. Îran jî amade ye ku li ser vê mijarê çi bikeve aliyê wê, pêk bîne.”

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #ŞerêSûriyê #Îran #Iran

Nivîsa berêÎran destûra çapkirina pirtûkên Kurdî nade
Nivîsa paşOsman Baydemîr tê desteserkirin

Bersivek binivîse