Hukmê girtin û dûrxistinê, bi ser ruhaniyeke Kurd de hate sepandin

Îran · Flag of Iran (official)
Wêneya raveker ji bo mijarê · Îran. SVG file: SiBr 4 Designer: Hamid Nadimi Construction: ISIRI · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name
roja borî di Tewrêzê de ruhaniyeke Kurd piştî vê ku bo dadgeha Ruhaniyet ya vî bajarî hatibû vexwandin, hate girtin, û bo girtîgeha navendî hate veguhastin.

Mela Riza Ebdî, di heman dadgehê de bi şeş mehan hepsa “te’izîrî” û dûrxistina bo heyama du salan bo derveyî bajarê Urmiyê hatiye mehkûmkirin, û yek ji kesên nêzîkî vî di gotûbêjeke kurt bi Aajansa Kurdpa re ragehand ku wî hukm wergirtiye, û bilez ew şandine girtîgehê.

Ew dadgeha rasterast di bin çavdêriya Elî Xamineyî de ye, û berpirsê serederiya qezayî digel ruhaniyên rexnegir û dijberên hikûmeta Îslamî ye.

Pêştir birêvebirina xwendingeha zanistên dînî ên Selahedîn Eyûbî (Urmiyê) û herwisa pêşnimêjiya mizgevta Quds ya bajarokê Îslamabadê, li stûyê Mela Riza Ebdî bû.

Li gora gotina vê çavkaniyê, nûnerê Weliyê Feqîh li parêzgeha Azerbaycana Rojava, digel îdareya giştî ya Îtila’ata Urmiyê, şakiyên Mela Riza ne.

Pêştir jî Ajansa Kurdpa navê aliyê kêm, neh zanayên Kurd ên olî ku bi biryara Îtila’ata parêzgeha Azerbaycana Rojava ji karê xwe wekî mamostatiya zanistên olî hatibûn dûrkirin, belav kiribû.

Kesên derkirî di rastî de, li ser eta fikra tevgera “De’iwet û Îslah”ê ne, ku di bingeh de, wekî saziyeke medenî û nermrev tê hesibandin.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Tewrêz #Dadgeh #Dûrxistin

Nivîsa berêSê şanonameyên Kurdî di pirtûkekê de hatin çapkirin
Nivîsa paş“Teqînên Koye destpêka zêdebûna êrişên terorîstî ye”

Bersivek binivîse