Girtiyê kurd, yê ku devê xwe dirûtibû, birin nexweşxanê

Dezgeha dadwerî ya Îranê · آرم قوه قضائیه جمهوری اسلامی ایران
Wêneya raveker ji bo mijarê · Dezgeha dadwerî ya Îranê. قوه قضاییه جمهوری اسلامی ایران · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Ew girtiyê kurd, yê ku devê xwe dirûtibû, ji ber têkçûna rewşa tenduristiya wî, birin nexweşxanê.

Girtiyekî kurd bi navê Seîd Şêrzad, ku di girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê de ye û 38 roj in devê xwe dirûtiye, duh di girtîgehê de rewşa tenduristiya wî xirab bû ji ber wê jî ji girtîgehê derxistin û li nexweşxaneya Îmam Xumênî ya Tehranê razandin.

Çend roj berê jî rewşa wî girtiyê kurd xirab bibû lê di nexweşxaneya girtîgehê de hatibû dermankirin.

Seîd Şêrzad li dijî reftarên berpirsên girtîgehê devê xwe dirûtiye û dibêje, heta daxwaziyên wî neyên bicîhanîn, devê xwe venake.

Seîd Şêrzad xelkê bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Rojhilat e ku sala 2014 ji ber çalakiyên xwe yên di warê parastina mafên zarokan de hatibû girtin û bi 5 sal cezayê zîndanê hatibû mehkûmkirin.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #GrevaBirçîbûnê #RewşaGirtiyan

Nivîsa berêRêkxirawên Çavdêr a Mafê Mirovan: “Dezgeha Dadweriyê û hêzên ewlehiyê ji dadperweriyê re astenga sereke ne”
Nivîsa paşPentagon: Fermandarek mezin ê El-Qaîde hate kuştin

Bersivek binivîse