Ferşad Gerdkane, werzişvanê Kurd, bû şampiyonê Ewropayê

Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Ferşad Gerdkane, werzişvanê Kurd, di Şampiyoniya Ewropayê ya Jiu-Jitsûya Brezîlî No-Gi de, di kategoriya 97.5 kîlograman de, karî pileya yekem bi dest bixe û madalyaya zêrîn a vê pêşbirkê werbigire.

Gerdkane di pêşbirkên European IBJJF Jiu-Jitsu No-Gi Championship 2026 de, di kategoriya mêran Master 1 û di asta kembera mor de serket û navê xwe wek şampiyonê Ewropayê tomar kir.

Piştî vê serkeftinê, Ferşad Gerdkane bi weşandina peyamekê, bidestxistina madalyaya zêrîn ragihand û got ku vê serkeftinê bi hemû kesên ku baweriya wan pê hebûye û piştgirî dane wî re parve dike.

Gerdkane di peyama xwe de vê serkeftinê ji tevahiya neteweya Kurd, gelê Kurdistanê û gelê Belçîkayê re pîroz kir û spasiyên xwe ji malbata xwe, piştgirên xwe, antrenor û hevalên tîmê xwe re anî ziman, ku di dema amadekarî û pêşbirkan de piştgirî dane wî.

Wî herwiha ragihand ku ev cara çaremîn e ku dibe şampiyonê Ewropayê û madalyaya xwe ya zêrîn pêşkêşî gelê Kurdistanê û Belçîkayê kir.

Navenda Medyayê ya Partiya Serxwebûna Kurdistanê vê serkeftinê bi nirx dibîne û ji tevahiya neteweya Kurd re bi giştî, û bi taybetî ji werzişvanê Kurd Ferşad Gerdkane re pîrozbahiyê dike.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #FerşadGerdkane #JiuJitsû #ŞampiyoniyaEwropayê

Nivîsa berêCivîna hevpar a di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Partiya Serbixwebûna Kurdistanê de
Nivîsa paşAştyako Pûrkerîm ji KurdNation re: Serxwebûn rêya parastina hebûna neteweya Kurd e

Bersivek binivîse