Dîsan kolber bûne qurbaniyê teqeya hêzên hikûmeta îslamî ya Îranê

Kolber · Iran Kolbar
Wêneya raveker ji bo mijarê · Kolber. Die 3 Musketiere · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Hêzên sînorparêzên Îranê di navçeya Pîranşehrê de teqe li kasibkar û kolberên Kurd kirin, di encama vê teqeyê de 5 kolber bi giranî birîndar bûne.

êvara roja Sêşemiyê 21ê Berfenbarê, li ser sînorên Temerçîn ya bajarê Pîranşehrê, 5 hemwelatiyên kolber yên Kurd bûne armanca gulleyên hêzên hikûmetê.

Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di bajarê Pîranşehrê de piştî piştrastkirina vê nûçeyê, nasnameya wan 5 hemwelatiyên kolber weha ragihand: “Hasil kurê Taha, Îsmaîl kurê Îbrahîm, Efşar ku temenê wî jêr 18 saliyê ye, Ceifer kurê Rehman,Bêhnam kurê Şoreş Mihemed Reşe, û Mame kurê Hemze Ateşberg”.

Wê çavkaniyê belav kiriye ku; hêzên hikûmetê bi bêyî tu agadariyekê û bi hêceta parastina sînoran teqe li wan 5 kolberên Kurd kirine.

Vê çavkaniyê di dirêjiyê de gotiye: “Ev kolberne di navbera axa Kurdistan û Îraqê de rastî teqeya hêzên hikûmetê hatine”.

Li gora vê çavkaniyê, Ew 5 kolberên kurd bona dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajarê pîranşehrê.

Di salê de zêdeyî sed kolberên Kurd bi sebeba teqeya hêzên hikûmetê li ser sînorên kurdistanê jiyana xwe ji dest didin.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Kolber #Sînor

Nivîsa berê5 dîplomatên Îmaratê li Efxanistanê hatin kuştin, balyoz jî birîndar bû!
Nivîsa paşParîs: Şehîdên serxwebûnê li Parîsê tên bibîranîn

Bersivek binivîse