Dadgehê daxwaza qetkirina destê 3 tawanbaran di Îranê de pejirand

Dezgeha dadwerî ya Îranê · آرم قوه قضائیه جمهوری اسلامی ایران
Wêneya raveker ji bo mijarê · Dezgeha dadwerî ya Îranê. قوه قضاییه جمهوری اسلامی ایران · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Roja borî 3 kes bi tawana diziya malekê, di şo`beya (çiqa) heşt a dadgeha sizadanê de, di parêzgeha Tehranê de hatine mehkemekirin.

Li gor nûçeyên belavbûyî,di dadgehê de, ji wan her 3 kesên tawanbar re, daxwaza hukmê qetkirina destê wan hatiye dayîn.

Hêjayî basê ye ku, ew her 3 kesên tawanbar berê jî kiryarên bi vî awayî encam dane, ku yek ji wan di dema firotina lebtaba ku dizî bû de, hatiye destbiserkirin, û her du hevkarên xwe jî eşkere kirine.

Eva di halekê de ye, ku berê 17 gilîname li ser wan her 3 dizan hatibûn tomarkirin. Dadgehê dosyeya wan her sê kesan bona dadgeha sizaya Parêzgeha Tehranê şandiye.

Di rûniştina dadgeha wan her sê kesan de, duh di dadgehê de, di şo`ibeya heştem a dadgeha sizadanê ya parêzgeha Tehranê de, bi amadebûna dadwer Husên Esxerzade û bi amadebûna du jineralan, ev sizaye bo wan her sê kesên tawanbar hatiye dayîn.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #DadweriyaÎranê #CezayênLaşî #HumanRights

Nivîsa berêSînemakareke Kurd bo cara pênem hate xelatkirin
Nivîsa paşSerdozgerê giştî yê dewleta Îranê: Rûdawa ku berî niha demekê bona kolberan hate pêş, sirûştî bû, xwedê wan efû bike

Bersivek binivîse