Belavokên xwendekarî di Îranê de ber bi nemanê ve diçin

Deriyê sereke yê zanîngeha Tehranê. Wêneyê arşîvê yê perwerdehiya bilind li Îranê.
Deriyê sereke yê zanîngeha Tehranê. Wêneyê arşîvê yê perwerdehiya bilind li Îranê. — درپیت, CC BY-SA 4.0 https://creativecommons.org/licenses/by-sa/4.0. https://commons.wikimedia.org/wiki/File:University_of_Tehran_main_entrance.jpg
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Ajansa nûçegihaniya Kurdpayê eşkere kir ku, 371 xwendekaran li seranserî Îranê di nameyekî de ku bo cîgirê Ferhengî yê wezîrê “Olûm, Tehqîqat û Fenaweriyê hatiye nivîsandin, bas ji vê yekê dikin ku rewşa belavokên xwendekarî, roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe.

Xwendekarên nerazî, xemsarî û guhnedana Wezareta Olûm ê, bi tundî rexne dikin, û hevdem pirsyara vê yekê dikin ku, gelo azadiya raderbirînê, û herweha “Yasa Mêhwerî” ya ku çendîn caran me di gotinên te de bihîstiye, di kijan beşa karnameya kiryarên Cîgirê Ferhengî, yê Wezareta Olûmê de, xûya dike?

Di beşek din ya nemeyê de ew xwendekar bas ji vê dikin ku, tevî çalakên xwendekarî û belavokên xwendekarî di Îranê de, bi qasekî tund riftar tên kirin ku, êdî tu kesek nekare çalakiyên xwendekarî û ferhengî bike.

Di vê nameyî de wajûya xwendekarên Kurd ên zanîngehên bajarên Urmiye û Kirmaşanê jî xûya dikin.

Eva di demekî de ye ku belavoka xwendekarî ya “Zagros” ku take belavoka Farsî-Kurdî di zanîngeha Razî ya Kirmaşanê de bû, li ser biryara Heraseta Zanîngehê hate girêdan.

Herweha heyamê heyvekî berî niha jî çalakekî xwendekarî yê Kurd bi navê Şehab Ehmedî, li bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û piştî heftiyek hebs û lêkolînê, bi seneda 100 milyon Tûmenî, serbest hate berdan.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #ÇapemeniyaXwendekaran #Azadiyaçapemeniyê #Iran

Nivîsa berêDr. Qasimlo û Rojhilatê Kurdistanê
Nivîsa paşFîlma “Jiyan li ser sînor” duyem xelata navdewletî bi dest xist

Bersivek binivîse