Barzanî pêşwaziya Patrikê Dêra Rojhilat a Asûrî kir

Mesûd Barzanî · Masud Barzani 20230913
Wêneya raveker ji bo mijarê · Mesûd Barzanî. Bundesministerium für europäische und internationale Angelegenheiten · CC BY 2.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê  û Patrîkê Dêra Rojhilat a Asûriyan li cîhanê û Iraqê, Gorgis Silevi û Endamên Encûmena Sînhadûsî pîrozî dêra rojhilatê asûrî li Selahedînê civiyan.

Li gor daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, tê gotin ku iro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Patrîkê Dêra Rojhilata Asûriyan li cîhanê û Iraqê, Gorgis Silevi û Endamên Encûmena Sînhadûsî pîrozî dêra rojhilatê asûrî li Selahedînê civiyan.

Mesûd Barzanî piştî behs û gotûbêjan ser operasyona azadkirina Mûsilê û serkeftinên Pêşmerge û pêşhateyên paş vê operasyonê ji şanda mesîhiyan ragihandiye ku vegerandina penaberan ji bo navçeyên Nînowa û avadankirina navçê pêwîstiya xwe bi hewlên navnetewî ye.

Patrîk Gorgis Silevi di civînê de spasiya Mesûd Barzanî kir ji bo parastina pêkhateyên deşta Nînowa û bi taybet jî mesîhiyan kir û got ku ”Peyam û siyaseta Barzanî ji bo mesîhiyên Iraqê û Kurdistanê peyamek hêvîbexşe.”

Patrîkê dêra rojhilat a asûrî ragihand ku siyaset û peyamên serokê Herêma Kurdistanê ji bo mesîhiyên Kurdistan û Iraqê cîhê hêvîdariyê ne.

Herwiha Patrîk û şanda li gel de amaje bi şerê hêzên Pêşmerge kir û pîrozbahiya serkeftinên wan li dijî DAIŞ’ê kir.

 

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #MesûdBarzanî #Asûrî #DêraRojhilat

Nivîsa berêQasim Silêmanî û Bayik li Silêmanî hev dîtin
Nivîsa paşYekîtiya Ewropa: Pêvajoya endamtiya Tirkiye bila bidome

Bersivek binivîse