Azerbeycan: Emê Îranê ji nexşê paqij bikin

Azerbeycan · Flag of Azerbaijan
Wêneya raveker ji bo mijarê · Azerbeycan. SKopp and others · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Rojikurd:Li gor nûçeya ajansa Azerî ya Apa yê, piştî parlamenterê Azerbeycanê Qudret Hesenquliyev diyar kir, dû serdana serokwezîrê Îsraîlê ya paytext Bakû yê, helwêstê Îranê yê li hember Azerbeycanê yê gefxwarinê pêwîste bê bersiv nemîne.

Hesenquliyev got, wezîrê Îranê yê berevaniyê diyar kiriye em nikarin razîbin ku Azerbeycan xwe nêzîkê Îsraîlê bike, li hember vê yekê helwêstên tund ên Îranê li hember Azerbeycanê dê bi xwe re pirsgirêkên mezin derxe holê.

Hesenquliyev diyar kir, Eger Îran êrîş bike ser Azerbeycanê, Îran bixwe dê ji nexşeyê pê paqijkirin û di cîhê wê de dê pênc dewlet ava bibin.

Piştî vê daxuyaniyê serokê parlamentoya Azerbeycanê Oktay Esedov diyar kir; ‘’Îran nikare ti demekê xwe têkelî karên navxweyê Azerbeycanê bike. Serok komarê Îranê jî serdana Ermenîstanê kir, me li hember wan ti tiştek ne got. Dive herkes li hember hev bi rêzdarî tevbigere.’’

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Azerbaycan #Îran #Iran

Nivîsa berêLihevkirina agirbesta seranserî li Sûriyê hate vajûkirin
Nivîsa paşLi Mehabadê konsêrta Mamlê hat betalkirin

Bersivek binivîse