
Dîroka weşanê
- Mîladî
- Kurdî
- Hicrî ya rojî
- Hicrî ya heyvî · Umm al-Qura
Nivîsê wergerîne
Wergerên weşandî
Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.
Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê kuştina serkirdeyê DAIŞê û berpirsê pilandananê kiryarên derve Bo Bekir El-Hekîm li bajarê Reqayê piştraskir.
Derbarê kuştina wî serkirdeyê DAIŞê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê da zanîn ku, El-Hekîm fransî bû û bi regez Tûnisî bû, herwiha serkirdeyekî DAIŞê ji mêj de bû, da zanîn ku, pêwendiyên wî ligel alîgirên DAIŞê li Tûnis û Fransayê hebûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ew serkirdeyê DAIŞê di operasyonekê Hevpeymaniya Navdewletî de di 26ê meha borî de li bajarê Reqayê hate kuştin.
Aşkere kir ku, kuştina wî serkirdeyî dê şiyanên DAIŞê bo pêkanîna êrîşên teroristî li Derve kêmbibin.





