DAIŞê berpirsyariya êrîşên li parlamentoya Îranê girt ser xwe

Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Îro danê sibê 3 çekdaran derbasî nava parlemetoya Îranê bûn û şer û pevçûn di navbera wan çekdaran û paswanan de derket, li gor zanyariyan heta niha ew çekdar di nava parlementoyê de ne û 4 kes jî dîl girtine.

Li gor ajansa “Mehr” a Îranî, niha ew çekdar hatine dorpêçkirin, lê hîna nehatine desteserkirin. Rewş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin û deriyên parlementoyê bi temamî hatine girtin û çûnûhatin li kolanên derdora parlemetoyê hatiye qedexekirin.

Herwiha teqe li mezargeha Damizrênerê Komara Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî hate kirin û kesekî jî xwe teqand.

Di encama herdu êrîşan de, heta niha 7 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

DAIŞê berpirsayetiya herdu êrîşan li parlementoyê û li mezargeha Xumeynî girt ser xwe.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #ParlamentoyaÎranê #Tehran #DAIŞ

Nivîsa berêLi Îlamê çiyavanek rastî êrişa hirçê hat
Nivîsa paşTarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû

Bersivek binivîse