Îran destûra çapkirina pirtûkên Kurdî nade

Destnivîsa kurdî · Ahmadi manuscript
Wêneya raveker ji bo mijarê · Destnivîsa kurdî. Pirehelokan · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Li gorî zanyariyên berdest, Şaxa Wezareta Îstîxbaratê li parêzgeha Xorasan a Îranê destûr neda ku pirtûkên Kurdî bi rênivîsa latînî werin çapkirin.

Li parêzgeha Xorasana Bakur navenda çap û weşanê ya bi navê “Emo Elewî” ku pirtûk û berhemên kurdî çap dike hate girtin. Nivîskarekê Kurd ê bi navê Ebas Îsmaîlî ji bo şaxa Wezareta ÎstÎxbaratê ya wê parêzgehê hatiye bangkirin û rê nedane ku pirtûka wî ya bi zimanê kurdî bê çapkirin.

Li gorî berpirsên Îstîxbarata Îranê rênivîsa latînî nikare xizmetê ji hikûmeta Îranê re bike ji ber wê rê nadin ku pirtûkên bi wî şêwazî bêne çapkirin.

Wekî tê zanîn li herêma Xorasana Îranê bi taybetî li Xorasana Bakur hejmarekê zêde ya kurdan hene ku bi zaraveya Kurdiya “Kurmancî” daxivin û ji ber wê piraniya nivîsên wan bi alfabêya latîn e.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Pirtûk #Sansûr #ZimanêKurdî

Nivîsa berêJi aliyê grubê tundrewê Sûri ve gundên Efrînê hate bombarankirin
Nivîsa paşÎran bi niyaze hêz bişîne Sûriyê

Bersivek binivîse