Heşt hevwelatiyên Behayî di Îranê de hatin girtin

Ola Behayî · Seat of the House of Justice
Wêneya raveker ji bo mijarê · Ola Behayî. Sarah Haslip · Public domain · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Heşt hevwelatiyên Behayî di bajarê Bender Ebas, Qişm û Şîrazê, hatin girtin.

heft kes ji wan girtiyan, bi navên Mehnaz Cansar, Ferhad Amirî, Areş Rasixî, Mêhrullah Efşar, Omîd Aqayî, û Nesîm Qenewatiyan, di bajarên Bender Ebas û Qişm de ji aliyê Îtila’atê ve hatin girtin.

Ew heft kes niha bi bêy dadgehîkirin û bêy girtina parêzer di destbisergeha Bender Ebasê de hatine ragirtin.

Behayiyê dinê bi navê Edîb Heqwîje jî ku xelkê Şîrazê ye, di cihê karê xwe de hate girtin.

Ew hevwelatiyê Behayî pêştir jî, du caran, di salên 1389 û 1393’an de, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû girtin.

Behyaî berdewam li bin zexta hêzên hikûmetî de ne, û di salên borî de,gellek rapor li ser pêşîgirtina ji xwendina Behayiyan di zankoyan de, û destbiserkirina Behyayiyan bi awayê bikom, polompkirina dukanên wan, û têkdan û xerakirina goristanên wan hatine belavkirin.

Roja 7’ê Xakelêweyê jî hêzên hikûmetî çend Behayî bi navên Ihsan Iştiyaq, Înayet Ne’îmî, Ferzad Homayonî û Sirûş Pizişkî destbiser kiribûn.

Her di vê derheqê de, Asime Cehangîr raportvana taybet a Mafê Mirovan a NY di biyavê karûbarê Îranê de, di yekem rapora xwe de bas ji rewşa herî xirap ya kêmaniyên fermî û ne fermî ên dînî di Îranê de kiribû.

Rejîma Îranê ola Behayî bi fermî nas nake. Li gora rapora Civaka Cîhanî ya Behayouan, ji dema dewleta Ehmedînijad ve heya niha, wate di 11 salan de, zêdetir ji 860 Behyaî hatine destbiserkirin, û 275 kes ji wan di dawiyê de hatine mehkûmkirin û bo girtîgehê hatine şandin.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Behayî #AzadiyaOlî #Iran

Nivîsa berêLi Parîsê Polîsek hatîye kuştin û polîsek jî birîndar bûye
Nivîsa paşşanoy Hilbijartina li Îranê dibê bihête Baykot kirin

Bersivek binivîse