Hikûmeta Tirkiyê du çalakên ferhengî ên Rojhilata Kurdistanê azad kirin

Parêzgeha Kirmaşanê · Kermanshah 20190214 05
Wêneya raveker ji bo mijarê · Parêzgeha Kirmaşanê. Fars Media Corporation · CC BY 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Du çalakên ferhengî ên xelkê Rojhilata Kurdistanê, piştî derbazbûna sê mehan bi ser destbiserkirina wan de, hatin azadkirin.

çend rojan berî niha du çalakên çandî, bi navên Secad Cehanferd naskirî bi Jiyar, û Hesen Belede, piştî sê mehan destbiserkirinê azad hatin berdan.

Ew du çalakên çandî ên xelkê parêzgeha Kirmaşanê bo karê lêkolînê û domandina xwendina xwe, li ser daxwaza çend nivîskarên Kurd ên Bakûra Kurdistanê bo Tikiyê hatibûn vexwandin.

Pêştir malbata wan du hemwelatiyên xelkê Geylanxerb û Şahabadê, nameyek bo Me’ûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û rêkxiraw û navendên mafê mirovan şandibûn û daxwaz ji wan kiribûn ku hewlê bidin bo azadkirina zarokên wan.

Secad Cehanfer jidayîkbûyiyê sala 1364’an li bajarê Gêylanxerb a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye, û xwediyê çend berhemên edebî-lêkolînê, bi navên “Efsanêhayê serzemîn mîdya”, û “Nami Namêhayê Manîşt”, û çend pirtûkên dinê ye bi zimanê Kurdî bo zarokan.

Hesen Belede jî çalakê ferhengî ê xelkê bajarê Şahabada parêzgeha Kirmaşanê ye.

KURDPA

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Çalakvanênçandî #Tirkiye #Türkiye

Nivîsa berêPeykerê Şivan Perwer pêşî xerab kirin piştre jî rakirin
Nivîsa paşLi Parîsê Polîsek hatîye kuştin û polîsek jî birîndar bûye

Bersivek binivîse