Dr. Qasimlo û Rojhilatê Kurdistanê

Wêneyê dîrokî ya ku bi gotara li ser Dr. Qasimlo re hatibû weşandin.
Wêneyê arşîvê ji weşana berê ya vê gotarê li Rojî Kurd.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Dr. Qasimlo û Rojhilatê KurdistanêŞehab Xalidî

Roja 13.07.1989’an di dîroka Kurdan û bi taybetî di dîroka Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de, rojeke herî tal û bi jan e. Rojek e ku dibe gelê Kurd tu carî ji bîr neke. Di heman demê de, di vê rojê de, bi hûrî û bi kûrî bîr ji sedemên domandina şoreşa di Rojhilatê Kurdistanê de bike û rola pêşengiya şoreşê ji aliyê Dr. Qasimlo,wî lehengê dîroka Kurd bi bîr bîne.

Herwisa dibe ciwanên Kurd bi başî dîroka Kurd û Kurdistanê, piştre jî dîroka PDKÎ bixwînin û xebata li dijî rejîma dijberê Kurd bi hişyariyeke bê mînak ve, heya gihîştina bi armancên Dr. Qasimlo bidomînin. Eva riya herî rast û dirust e ku her Kurdekî emeg-dar bi rê û şopa Dr. Qasimlo dikare bigre pêşiya xwe.

Ji aliyekî din ve, pirr rêvîngbûna rê û şopa Dr. Qasimlo dikare bersiveke pirr bihêz û watedar be, bi rayedarên terorîst û terorîstperwer ên rejîma Îranê re ku wan nekariye û nikarin jî ku tu carî şoreşa Kurd vemirînin, ji ber ku ew kesayetî û lehengê dîroka Kurdan ku wan li ser maseya gotûbêjê şehîd kir, dersxwanên xwe wisa perwerde kirin û pê gehandin ku her yek ji wan bûye mamostayek di biyavê berdewamiya xebatê û şerê li dijî zulm û zordariyê de.

Bê guman nivşek ku bi vî rengî di xwendingeha Dr. Qasimlo de perwerde bibe, wê bikare terorîst û terorîst-perweran ne li ser sifreya mêhvaniyê, belkû di qada şerê rû bi rû de, ew jî ne bi hêza çekên xwe, belkû bi baweriya hesinîn ya xwe ji nav bibe, û derseke ji bîr nekirî bide wan celadên bikuj ên pêşengê dîroka Kurdan.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #EbdulrehmanQasimlo #PDKÎ #RojhilatêKurdistanê

Nivîsa berêMekînye terorê dubare bi kar xistiye
Nivîsa paşBelavokên xwendekarî di Îranê de ber bi nemanê ve diçin

Bersivek binivîse