Yasadanerên Amerîkayê: Îran pereyên ku ji Amerîkayê distîne ji terorîzmê xeric dike

Kapîtola Dewletên Yekbûyî · US Capitol east side
Wêneya raveker ji bo mijarê · Kapîtola Dewletên Yekbûyî. Martin Falbisoner · CC BY-SA 3.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Hejmarek ji yasadanerên Amerîkayê ragehandin ku, rejîma Îranê wan pereyên ku di encama lihevkirina etomî de ji Amerîkayê werdigire, bona berfirehkirina operasiyonên xwe li herêmê û piştevaniya ji terorîzmê di Sûriye û Yemen û Îraqê de xerc dike.

Jiniral Cozêf Danford ê Serok Erkanê Hêzên Çekdar ên Amerîkayê jî, di vê derheqê de ragehand ku, “Hemû ne, lê beşek ji wan pereyan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê bona kirîna çek û teqemeniyan hatiye bikaranîn”.

Cozêf Danford herweha eşkere kir ku rejîma Îranê bi lez ber bi bihêzkirina Maşîna Leşkirî ya xwe diçe û eva jî bo Amerîka û hevalbendên wê di herêmê de cihê nîgeraniyê ye.

Serok Erkanê Hêzên Çekdar ên Amerîkayê herweha dibêje ku, “Rejîma Îranê berdewam hewla bidestxistina sîtemên nû ên mûşekî û herweha nûkirina alavên xwe ên leşkirî, bitaybet balafir û zîrderyayîyan dide”.

Eva di demekî de ne ku nûnerên kongireya Amerîkayê mijûlî berhevkirina gelaleyekî ne ku, bi sedema piştevaniya rejîma Îranê ji terorîzmê û binpêkirina mafê mirovan û herweha perepêdana sîstema mûşekî, wê tehrîm û dorpêçên nû bixe ser rejîma Îranê.

Kurdistanmedia

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #KongreyaAmerîkayê #TêkiliyênÎranûAmerîkayê

Nivîsa berêpênc Serokên HDPê yên navçeyên Balikesîrê hatin girtin
Nivîsa paşRojhilat – Li Ormiyê di nav 8 mehan de zêdetirî 500 kes di bûyerên tirafîkê de mirine

Bersivek binivîse