Makron serkevtin bi dest xist

Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Di hilbijartina serokê nû yê Fransa de, namzedê serbixwe Emmanuel Makron serkevt û rêjeya %65.1ê dengan bi dest xist.

Îro yekşembî 7ê gulana 2017ê, gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê birêveçû. Di gera duye a hilbijartinê de, Marine Le Pen û Emmanuel Macron weke du kandîdê serkevtî di qonaxa yekam a hilbijartinê de, rikeberî bi hev re dikirin.

Piştî ku êvariya îro proseya dengdanê bi dawî hat, cudakirin u hejmartina dengan dest pê kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, namzedê serbixwe Emmaneul Makron karî zêdetirîn dengê xelkê Fransayê bi dest bihîne û namzeda tundrew, Marine Le Pen şikest bide.

Encamên destpêkê yên hilbijartina Fransayê nîşan didin, k Makron %65.1ê dengê xelkê Fransayê bi dest bixe û Marine Le Pen jî kariye %34.9ê dengan misoger bike.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #EmmanuelMacron #HilbijartinênFransayê

Nivîsa berêPartiyên Kurd hilbijartinên Îranê boykot dikin
Nivîsa paşBaykota hilbijartin di sîstima dîktator û olperest de

Bersivek binivîse