
Dîroka weşanê
- Mîladî
- Kurdî
- Hicrî ya rojî
- Hicrî ya heyvî · Umm al-Qura
Nivîsê wergerîne
Wergerên weşandî
Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.
Serokatiya Herêma Kurdistanê Başûr di daxuyaniyekê de ragihand, di civîna li gel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres de, Barzanî ragihand, di pêşerojeke nêzîk de, Herêma Kurdistanê Başûr dê referendumê pêk bîne, da ku cîhan agahdarê xwastek û biryara xelkê Kurdistanê ya derbarê siberoja xwe de bibe.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres îro pênşemê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Başûr Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.





