Serokomarê Yemenê: Îran piştevanê fermî yê terorîzmê ye li navçeyê de!

Ebdurebo Mensûr Hadî · Abdrabbuh Mansur Hadi
Wêneya raveker ji bo mijarê · Ebdurebo Mensûr Hadî. U.S Defense Department · CC BY 2.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Serokomarê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî li gotareke xwe ya di civîna lûtkeya erebî ya li Urdinê ragehand, ‘’Komara îslamî ya Îranê piştevanê fermî yê terorîzmê ye li navçeyê de.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Husiyên alîgirê Elî Ebdula Salih ku serokomarê ji kar hatî durxistin ê Yemenê, nasnaneya civakî ya welat têkbiriye û ew jî rasterast ji aliyê Îranê ve piştevanî kirin.’’

Herwaha got: ‘’Husî bi planên Îranê ve dixwazin nasnameya Yemenê bi Îranê ve girêbidin, lê xelkê Yemenê ti demekê ji tiştekî waha re rê nade.’’

Ebid Rebe Mensûr Hadî got: ‘’Seqamgiriya Yemenê, seqamgiriya navçeyê ye, nasnameya Yemen li navçeyê xwedî bingeh û dîrokeke kûre û di dirêjayiya dîrokê de jî ew nasname ji yek nehatiye qutkirin.’’

Dawiyê de jî daxwaz ji Husiyan kir, çekên xwe daynin û ji bajaran xwe bikêşin û di cîha wî karî têkdanê de, bila partiyeke siyasî damezrînin. Heman demê de spasiya hêzên hevpeymanên ereb kir, ji ber alîkarê xelkê Yemenê bûne.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Yemen #Îran #Iran

Nivîsa berêLi Îranê jineke kurd a girtî ji ber îşkenceyê nameyek ji Hamaneyî re şand
Nivîsa paş70 sal bi ser îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibe

Bersivek binivîse