
Dîroka weşanê
- Mîladî
- Kurdî
- Hicrî ya rojî
- Hicrî ya heyvî · Umm al-Qura
Nivîsê wergerîne
Wergerên weşandî
Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.
Du girtiyen kurd li zîndana navendî ya Ormiyê hatin darve kirin û di heyama heftiya borî de çar girtiyên kurd ji aliyê saziya dadrêsiya Îranê ve hatin darve kirin.
Li gor nûçe û raportên hatin belav kirin, duh 03.03.2017ê cezayê darve kirinê ya wan her du hemwelatiyên kurd li zîndana navendî ya Ormiyê ji aliyê saziya dadrêsiya Îranê ve hate pêkanîn.
Malpera mirovayetî nasnameya wan du hemwelatiyên kurd aşkera kir û nasnameya wan her du kesan waha ye: Nacî Peyam û Eşkan Eşqî
Ew du girtiyane ji ber tewana bikaranîn û kirîn û firotina madeyên hoşber ji aliyê saziya dadrêsiya Îranê ve hatin darve kirin.





