Di Kirmaşanê de çalakeke sivîl hate destbiserkirin

Kirmaşan · Kermanshah Photos M6
Wêneya raveker ji bo mijarê · Kirmaşan. Fars Media Corporation · CC BY 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Ferzane Celalî, çalaka mafê jinan û çalaka sivîl di bajarê Kirmaşanê de hate destbiserkirin.

Li gor nûçeyên belavbûyî, Ferzane Celalî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Kirmaşanê ve hatiye destbiserkirin, û ew birine cihekî nediyar.

Tê gotin ku navbirî endama pêşîn a Civata Îslamiya Zanîngeha Tehranê bûye, û berî niha serbarê vê ku pileya şeşem di konkora karnasiya bilind de bi dest xistibû jî, ji domandina xwendinê hate bêparkirin.

Navbirî piştre dest bi çalakiyan di ware pirsên medenî û mafê jinan d ekir, û yek ji wan kesan bû, ku bidûreçûn bo mafê dersxwanên birîndarbûyî di xwendingeha şînavê de dikir.

Hêjayî basê ye ku di Çiriya Paşîna sala 1391’an de, dibistana keçan a gundê “Şînavê” di şaristana Pîranşeherê a ser bi Parêzgeha Urmiyê de agir girt, û di vê rûdawê de 29 dersxwan bi giranî şevitîn, û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Kirmaşan #ÇalakvanênCivakî

Nivîsa berêDu girtiyên siyasî ên hunermend di Êvînê de rastî lêdanê hatin
Nivîsa paşKeçeke Pêşmergeya Kurdistana rojhilat şehît bû

Bersivek binivîse