Li Ormiyê aşût bi ser malan de hat – 2 kes mirin

Ûrmiye · Uromia Iran,pareeke jangali - panoramio
Wêneya raveker ji bo mijarê · Ûrmiye. ✿ Vlinder ✿ · CC BY 3.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Li gundekî bajarê Ormiyê yê Kurdistana Rojhilat, ji ber aşûtê du endamên malbatekê can dan.

Duh li gundê Berdesorê li nahiya Sîlvana ya Ormiyê, aşût bi ser mala welatiyekî de hat, tevahiya endamên malbatê di bin aşûtê de man. Lê bi alîkariya gundiyan endamên malbatê ji bin aşûtê hatin derxistin.

Li gorî agahiyan, tevahiya endamên wê malbatê, ku 4 kes bûn, birîndar bibûn ji ber wê jî birin nexweşxanê. Di nexweşxanê de bavê wê malê û kurekî wî can dan û mirin.

Li gundê Kilasî li devera Mirgever ya Ormiyê jî aşût bi ser malekê de hat lê endamên wê malbatê hatin rizgarkirin. Hat gotin ku tiştek bi wan nehatiye.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Ormiye #Aşût

Nivîsa berêKolberên rojhilat dîsa hatin hedefkirin!
Nivîsa paşHicrî: “Serkeftina kurdan nêzîk e”

Bersivek binivîse