
Dîroka weşanê
- Mîladî
- Kurdî
- Hicrî ya rojî
- Hicrî ya heyvî · Umm al-Qura
Nivîsê wergerîne
Wergerên weşandî
Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.
Hunermendekî Rojhilatî bi berfê peykera helbestvanê navdar Hejar Mukriyanî çêkir.
Hunermendekî Bokanî bi navê Zana Ezîzî, peykera helbestvanê navdar Hejar Mukriyanî bi berfê çêkir. Bilindiya wê peykerê 180 santîm e.
Wî hunermendê Bokanî heta niha peykerên navdarên mîna Şêrko Bêkes û Hesen Zîrek jî çêkiriye.
Navê rastî yê Hejar Mukriyanî, Ebdulrehman Şerefkendî ye ku sala 1921 li bajarê Mehabadê ji dayîk bibû, sala 1991 jî wefat kir.
Di dema Komara Kurdistanê de ji Hejar Mukriyanî re digotin “Helbestvanê Millî”.





