Ciwanekî Kurd bû armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê

Bane · Baneh panorama from Arbaba
Wêneya raveker ji bo mijarê · Bane. Peyman14rojhak · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Teqeya rasterast ya hêzên eleşkerî ên Îranê, li bajarê Banê bû sedema vê ku, ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest bide. 

Roja 28’ê Befranbarê hêzên leşkerî ên hikûmetê li bajarê Banê, teqe li ciwanekî xelkê vî bajarî kirin, û di encamê de, vî ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê “Rojikurd”yê li bajarê Banê nasnameya vî lawê Kurd, Ebdulmetelib Muradî, temen 20 salî, kurê Ezîz xelkê gundê Bilesenî ya bajarê Bane raegehandiye.

Di doma vê raporê de hatiye: “Ew ciwanê Kud di demekê de ku mijûlî çêkirina wesayita hevalekî xwe bûye, bûye armanca teqeya hêzên hikûmetî”.

Tê gotin ku hêzên hikûmetî bi bê hişadarîdana bi wî, bi gumana vê ku ew lawê kurd, tiştên qaçax li cem wê hebûne, teqe li wesayitê kirine.
Her sal zêdetir ji sedan kolber û kasibkarên Kurd li ser sînorên Kurdistanê dibin armanca teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî, û di hinek ji wan bûyeran de, hevwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest didin.

Heya niha tu kesayetiyekî heqîqî û huqîqî derheqê teqekirina li kolberan û kasibkaran li ser sînorên Kurdistanê rastî lêpirsînê nehatine, û dosyiyeya qezayî ya kesên birîndar yan jî kesên ku jiyana xwe ji dest dane, negihîştiye encameke dilxwaz.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Bane #MafênSivîlan

Nivîsa berêCezayê 142 salan zîndan ji bo Demirtaş hat xwastin
Nivîsa paşLi Tehranê awahiyeke mezin a bazirganî hilweşiya

Bersivek binivîse