Sekreterê giştî yê HDKê Xalid Ezîzî dest ji sekreteriya partiyê berda

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê · İran Kürdistanı Demokrat Partisi bayrağı
Wêneya raveker ji bo mijarê · Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê. Iraqi man10 · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) ya Kurdistana Rojhilat Xalid Ezîzî dest ji sekreteriya partiyê berda.

Rêveberêya HDKê îro civiya û di civînê de îstifaya serkreterê partiyê Xalid Ezîzî, ku mehekê beriya niha pêşkêşî rêveberiya partiyê kiribû, hat pesendkirin.

Di civîna îro de tê pêşbînîkirin ku sekreterekî nû bo HDKê were hilbijartin.

Tê gotin ku endamê Komîteya Navendî û kurê Ebdullah Hesenzade, Aso Hesenzade û cîgirê sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî bo sekreteriya nû ya partiyê namzed in.

Xalid Ezîzî par di kongreya 16 ya HDKê de bibû sekreterê giştî yê HDKê.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #XalidEzîzî #HDK

Nivîsa berêBalafirên Tirkiyê çar malên welatiyên Kanîmasiyê wêran kirin
Nivîsa paşDu girtiyên din ên kurd li Kirmaşan hatin darve kirin

Bersivek binivîse