Şerê Helebê giheşte qonaxa dawî’

Heleb · Aleppo Citadel entrance - seen from southeast 9933
Wêneya raveker ji bo mijarê · Heleb. Dosseman · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Piştî kontirolkirina Artêşa Sûriyê ji sedî 95 taxên rojhelatê Helebê şerê wî bajarî giheşte qonaxa dawî yê.

Derbarê vê babetê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, piştî vekşandina çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 6 taxên rojhelata Helebê û kontirolkirina ji sedî 95 ji wan taxa şerê wî bajarî kete qonaxa dawî yê de.

Rewangehê da zanî ku, duh çekdarên Opozîsyona Sûriyê ji taxên Bistan elbaşa, Kelasê, Kerem El- Dedoi, El-Firdeûs, El-Celûm û Cisir El- Hec vekişiyan.

Di hunderê mehekê taxê rojhelata Helebê bi tûndî ji aliyê rejîma Sûriy û Rûsyayê tê bombebarankirin, di encamde bi hezaran kes hatin kuştin û zêdeyî 50 hezar welatiyên sivîl koçber bûne.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Heleb #ŞerêSûriyê

Nivîsa berêDonald Tiramp wezîrê navxwe yê Amerîkayê diyar kir
Nivîsa paşDu parlementerên din yên HDPê girtin

Bersivek binivîse