Li Stenbolê teqîn piştî teqînê; Herî kêm 20 birîndar

Stenbol · Historical peninsula and modern skyline of Istanbul
Wêneya raveker ji bo mijarê · Stenbol. Hunanuk · CC0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Li bajarê Stenbolê yê Tikriyê du teqîne çêbûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, îşev li navçeya Beşiktaş a Stenbolê û li nêzîkî Stadyuma Futbolê ya Vodafonê 2 teqîn pêk hatin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu têkildarî teqînê di yekemîn daxuyaniya fermî de ragihand, ku di encama teqînan de 20 kes birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên, teqînan hêzên bergiriyên şaristanî kirine armanc. Herwiha teqîn bi rêya otomobîla bombekirî hatiye encamdan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê tekez kir, ku hêj ti agahiyan wan nînin, ku kesek di teqînê de hatiye kuştin yan na.

Suleyman Soylu herwiha diyar kir, ku hemû kesên birîndar polîsin.

Piştî teqînê hejmareke zêde ya hêzên polîs û tîmên hawarhatinê û otomobîlên agirvemirandinê ber bi cihê teqînê ve çûne.

Saziya Radyo û Teelvizyona Tirkiyê (RTUK) têkildarî teqîna Stenbolê biryarek da.

RTUKê ragihand, ku Serokwezîriya Tirkiyê derbarê teqîna Stenbolê de biryara qedexekirina weşanê daye.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Stenbol #Teqîn

Nivîsa berêDe Mistura ji rejîma Sûriyê xwest hewlên cidî destpê bike
Nivîsa paşJi hunermendên Rojhilatê Kurdistanê Albumek bi navê “Kobanî”

Bersivek binivîse