DAIŞ’ê li Mûsilê 32 sivîl kuştin

Mûsil · مدينة الموصل
Wêneya raveker ji bo mijarê · Mûsil. Copyright © 2013 Younus Alhamdani · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Li bajarê Mûsilê, 32 welatiyên, bi hinceta ku casûsî kirine, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin.

 Roji Kurd:  Fermandarê polîsên federal ên Iraqê Siltan Hemûdat El Izî di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên DAIŞ’ê duh bi şev li rojhilatê Mûsilê li taxên Ezka, Mesarif, Zihûr û Camîe yên bajêr êrişî malên xelkê kirin û gelek kes girtin.

Siltan Hemudar El Izî derheqê bûyerê de got, agahî ji me re hat ku DAIŞ’î yan wê şevê 32 kes girtine û birine cihekî û hemû kuştine. Wî rayedarê polîsê Iraqê da zanîn ku ew sivîl bi hinceta casûsiyê hatine kuştin.

Fermandayê hêzên polîsên federal a Iraqê herwiha destnîşan kir ku çekdarên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola xwe de gefê li sivîlan dixwin da ku agahiyan nedin hêzên ewlehiyê.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Mûsil #DAIŞ #SivîlDişerDe

Nivîsa berêLi Tirkiyê 10 hezar kes ji kar hatin avêtin
Nivîsa paşHatîce Kamer hate girtin

Bersivek binivîse