Îran: 10 welatiyên me li bajarê Samera yê Iraqê hatin kuştin

Samera · صوره في اجواء مطريه للمأذنه الملويه في سامراء العراق
Wêneya raveker ji bo mijarê · Samera. Abdulmomen Laith Mahmoud ( عبدالمؤمن ليث محمود ) · CC BY-SA 4.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

ROJIKURD/Hikûmeta Îranê ragihand, di teqîna îro ya bajarê Samera yê Iraqê de 10 îranî hatine kuştin.

 

Nûnerê dezgeha hecê ya Îranê li Iraqê, Mihemed Cevad Danişyar ji malpera îranî ya ÎSNA re gotiye, îro danê sibê li bajarê Samera yê Iraqê, ku bajarekî şîeyan e, teqîneke xwekujî qewimî.

 

Wî rayedarê îranî daye zanîn ku di wê bûyerê de 10 îraniyên ku bo ziyareta cihên pîroz ên şîeyan serdana Samerayê kiribûn, hatin kuştin.

 

Li gorî agahiyên wî rayedarê îranî, piraniya kesên ku hatine kuştin, xelkê herêmên Sîstan-Belûçistan û Hurmuzganê bûne.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Samera #Ziyaretkar

Nivîsa berêHSD: Operasyona rizgarkirina Reqayê destpê kir
Nivîsa paşCenazeyê pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman gihîşt Hewlêrê

Bersivek binivîse