Girtiyek di girtîgeha Xorem Abadê de jiyana xwe ji dest da

Xurremabad · Khorramabad Mosaic 2
Wêneya raveker ji bo mijarê · Xurremabad. Apiculate · CC BY-SA 3.0 · Wikimedia Commons.
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Girtiyek di girtîgeha Parsîlon a Xorem Abadê bi sebeba ku berpirsên girtîgehê ew dereng birine nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeghaniya “HRANA”yê Navenda Komela Mafê Mirovan,di Îranê de, temenê wî girtiyê 33 sal bû,û navê wî Se’îd Mihemedî ye.Tawana wî girtiyê, bikaranîna madeyên heşber hatibû ragehandin.

“HRANA”yê nivîsandiye, ku ji nexweşiya wî girtiyî tu agahî li ber dest nine,lê belê kesên ku ji nêz ve digel vî bûne, gotine rewşa wî ya tendurustiyê baş nebûye, û ew zû neşandine nexweşxaneyê.

Di Îranê de, gellek caran girtî ji ber sedema kêmxemiya berpirsên girtîgehê, jiyana xwe ji dest didin.

Serbarê vê ku rejîma Îranê peymannameya navneteweyî a “Mafên Siyasî û Sivîl” îmza kiriye, lê dîsan jî girtî ji dermankirinê bêpar dimînin,û rastî îşkenceyê tên.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Xurremabad #RewşaGirtiyan

Nivîsa berêHejmara kurdan li Hesekê kêm dibe
Nivîsa paşDayîkek ji Efrînê û keçên xwe hatine kuştin

Bersivek binivîse