Li dêre Zorê welatiyên sivîl dibine qurbanî

Pira daleqandî ya Dêrezorê li ser çemê Firatê. Wêneyê dîrokî yê bajêr.
Pira daleqandî ya Dêrezorê li ser çemê Firatê. Wêneyê dîrokî yê bajêr. — Brejnev (WP user), Chadi Samaan (author), CC BY-SA 3.0 https://creativecommons.org/licenses/by-sa/3.0. https://commons.wikimedia.org/wiki/File:Bridge_of_Deir_ez-Zor,_over_Euphrates_river,_in_Syria.JPG
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name

Rojikurd:Bi sedema şerê li dijî çekdarên DAIŞê welatiyên sivîl jî dibine qurbanî û ziyanên mezin digihêjine wan.

Di vê çarçoveyê de, DAIŞ welatiyên sivîl li bin dorpêçeke xurt weke girw û barimte hiştine. Hêzên Artêşa Sûrî ligel hêzên rûsî jî êrîşên heremekî û bêserûber dibine ser wan navçeyan ku sivîl tê de li bin destê çekdarên DAIŞê ne.

Di raporta Tora Sûrî ya Mafên Mirovan de hatiye ku Li navçeya Hewîcet Gatih û Taxa Rişdiye û Taxa Hewîqeyê, tirs li ser jiyana 750 welatiyên sivîl heye.

Ev navçe niha li bin dorpêça çekdarên DAIŞê ye. Li gorî zanyariyan jî dibe ku Artêşa Sûrî êrîşî ser wê deverê bike û wiha jiyana wan welatiyan dikeve ber metirsiyê.

Raportê eşkere kiriye ku pêwîst e Rûsya rê li ber binpêkirinên Hikûmeta Sûrî bigire û nehêle ku sivîl bêne kuştin.

Di vê raportê de herwiha hatiye ku pêwîst e Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê alîkariya wan welatiyan bike ji bo ku ji Hewîcet Gatih derkevin ber bi gundê Huseyniyê ku di destê HSDê de ye.

Heştegên parvekirinê

#KurdNation #DêraZorê #SivîlDişerDe #ŞerêSûriyê

Nivîsa berêHeşda Şeibî li Kerkûkê dest bi girtina xortên Kurdan kiriye
Nivîsa paşWezîrê Îranê ”Iraq êdî welateke împaratorîya Farisa ye”

Bersivek binivîse