Artêşa Tirkiyê li Efrînê darên zeytûnan hildikin û gefan li welatiyan dixwin

Efrîn, ji aliyê başûr ve. Wêneyê arşîvê yê bajêr.
Efrîn, ji aliyê başûr ve. Wêneyê arşîvê yê bajêr. — Bertramz, CC BY 3.0 https://creativecommons.org/licenses/by/3.0. https://commons.wikimedia.org/wiki/File:Afrin,south.jpg
Dîroka weşanê
Mîladî
Nivîsê wergerîne

Ev wergerên otomatîk bi Google Translate tên çêkirin. Çavkanî nivîsa resen e.

کوردی (سۆرانی)EnglishفارسیالعربيةبلوچیעבריתУкраїнськаDeutsch简体中文繁體中文РусскийTamaziɣt (Latina)ⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ (ⵜⵉⴼⵉⵏⴰⵖ)FrançaisEspañolPortuguês (Brasil)日本語Türkçeहिन्दीItaliano
Parve bike
WhatsAppTelegramE-name
Hêzên Artêşa Tirkiyê, û bi sedema avakirina dîwarê sînorî di navbera Herêma Efrîn û Tirkiyê de li bakurê gundê Şingêlê, dest bi hilkirina darên zêytûn û behîvan kirin.
Jêderekê ji gundê Şingêlê ji RojavaNews re ragihand: ” Hêzên Artêşa Tirkiyê li gundê Şingêlê dest bi hilkirina darên zeytûnan kirin û ta vê demê biqasî 70 darên zêtûnan  û 50 ji darên behîvan hil kirine, bi sedema avakirina dîwarê sînorî di navbera Herêma Efrîn û Tirkiyê de û gef jî li welatiyan xwarin eger nêzîkî sînor bibin dê bibin armancên leşkerên Tirkiyê.”
Heman jêderê got: ” Welatiyên wî gundî nerzîbûna xwe li hember kiryarên artêşa Tirkiyê dane xuyanê, ku ti sedemên rawa nîn in li dijî jiyana xelkê rawestin.”
Hêjayî gotinê ye, ev ne cara yekê ye artêşa Tirkiyê bi van kiryarên hilkirinê radibe, ku ji berî demekê biqasî 2 hezar darên zeytûnan li gundê Qermîtliq yê ser bi navçeya Şiyê ji kokê de hilkiribûn.
Heştegên parvekirinê

#KurdNation #Efrîn #DarênZeytûnan #ŞerêSûriyê

Nivîsa berêDalkurd êdî di Lîga Sûperê ya Swêdê de ye
Nivîsa paşGrûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve gundine Efrînê topbaran dikin

Bersivek binivîse